Qubad Talebanî: Hewl berdewam dibin bo bidestxistina maf û destkeftên darayî
Îro 26ê Nîsanê, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi endamên şanda danûstandkar a Herêmê bi Hikûmeta Iraqê re civiya.
Di civînê de, guftûgo derbarê dawî pêşhat û derencamên dawî serdana şanda danûstandkar a hikûmetê bo Bexdayê de hatin kirin.
Di destpêka civînê de, şanda danûstandkar derencamên serdana xwe bo Bexdayê û rewşa darayî ya niha ya Iraqê pêşkêş kirin. Şandê amaje bi wê da, dahata petrola Iraqê bi rêjeyeke mezin daketiye û kêmkurtiyeke mezin di navbera dahat û xerciyên Hikûmeta Federalî de dirust bûye. Behsa wê jî kirin, ji ber vê kêmkurtiyê li Bexdayê fişareke siyasî ya mezin heye, ji bo hevtêgihîştina berê di navbera Herêm û Bexdayê de heye hilweşînin.
Di civînê de, Cîgirê Serokê Hikûmetê ragihand, karê pêşîne ya hikûmetê, parastina jiyana welatiyan û dabînkirina mûçeyên karmendan e, ji ber wê her hewlekê didin ta jiyana xelkê dabîn bikin û tenduristiya wan biparêzin.
Di beşeke din a civînê de, Cîgirê Serokê Hikûmetê ji şanda danûstandkar re ragihand: Divê bi aşkere û bi awayekî zelaltir zanyariyan û dawî pêşhatan ji xelkê Kurdistanê re bêne ronîkirin.
K24
