• Monday, 09 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê 17 milyar Dînar di rûbirûbûna Korona de xerc kirine

Gulan Media April 26, 2020 Nûçe
Herêma Kurdistanê 17 milyar Dînar di rûbirûbûna Korona de xerc kirine
Berpirsê Komîta Bersivdana Raportên Navdewletî aşkere kir, heta niha Herêma Kurdistanê 17 milyar Dînar di rûbirûbûna vîrusa Korona de xerc kiriye.

Berpirsê Komîta Bersivdana Raportên Navdewletî Dîndar Zêbarî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di rûbirûbûna vîrusa Korona de, heta niha Herêma Kurdistanê 17 milyar Dînarên Iraqî xerc kirine.

Got jî: Di vê heyamê de, 100 welatî ji Hindistanê, 118 welatî ji Siûdiyê, 157 welatî ji Urdinê, 107 welatî ji Almanya û û 163 welatî ji Brîtaniya bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegeriyane Kurdistanê û hatine kerentîkirin.

Herwiha diyar kir jî, zêdetir ji 2 hezar kesan ku ji Îranê vegeriyabûn, hatin kerentîkirin.

Diyar kir jî, ji destpêka belavbûna vîrusa Korona ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 159 girtî li Hewlêrê, 248 girtî li Silêmaniyê û 319 girtî li Duhokê Azad kirin.

K24
Top