Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû
Li nêzîkî zindana Efrînê li ser rêya gundê Maratê teqînek çê bû, pişt re şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar bi xwe de derketin.
Piştî teqîna li nav bajarê Efrînê, şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar bi xwe de li taxa Meleeb çê bûn, û heta niha ziyan nehatine zanîn.
Rûdaw peywendî bi çend kesan re li nav bajarê Efrînê kir, dengê teqe û guleyan bihêz bû, û wan kesan ji Rûdaw re tekez kirin, ku fîşek bi heremekî - eşwaî têne avêtin, û metirsiyê li ser jiyana welatiyan çê dikin.
Rudaw
