Li Hewlêrê pêketina jinekê bi Korona hat tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, li Parêzgeha Hewlêrê jineke din bi vîrusa Korona COVID-19 ket.
Diyar kir jî, ew jineke 40 salî ye û rûniştvana nahiya Behreke ya parêzgeha Hewlêrê ye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine gihîşt 344 kesan, jê 4 kesan canê xwe jidest dane û 317 kes jî baş bûne.
K24
