Li Erebistanê sizaya lêdana qamçiyan nema
Rojnameya Ukkaz ya Erebistanê ragihandiye, bi fermana şah Selman û welîehdê wî Mihemed bin Selman, dadgeha bilind ya Erebistanê sizaya lêdana qamçiyan li Erebistanê betal kir.
Li gorî agahiyan, li şûna wê sizayê, sizaya dirav û girtinê hatiye danîn.
Dadgeha bilind ya Erebistanê ragihandiye, ew biryar di çarçoveya reformên mafên mirov de hatiye dayîn.
Li Erebistanê, sîstema dadwerî û dadgehkirinê li ser esasê şerîeta îslamî ye.
Basnews
