• Monday, 09 February 2026
logo

Tenduristiya Silêmaniyê hişyarî da: Dê gelek kesên din bi vîrusa Koronayê bikevin!

Gulan Media April 25, 2020 Nûçe
Tenduristiya Silêmaniyê hişyarî da: Dê gelek kesên din bi vîrusa Koronayê bikevin!
Rêveberiya tenduristiya Silêmaniyê hişyarî da û ragihand, ji ber binpêkirina şîret û tedbîrên tenduristiyê yên li hember vîrusa Koronayê, tê texmînkirin ku hejmarek mezin dîsa bi vîrusa Koronayê bikevin!

Cîgirê berpirsê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê, dr. Hêriş Selîm ji BasNewsê re got, mixabin ew şîret û tedbîrên ku me li hember belavbûna vîrusa Koronayê ragihandibû, mîna xwe nahên bicîhanîn. Ji ber ku bazar û cihên giştî gelekî qerebalix in, ev jî me vedigerîne xala sifrê.

Dr. Hêriş Selîm her wiha got, em dîsa dibêjin metirsiya Koronayê maye, ji ber ku çend kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketin. Bi texmîna min, dê komek kesên din jî pê bikevin. Ji ber wê jî em daxwaz ji welatiyan dikin pêbendî tedbîr û şîretan bin. Eger rewş wiha be dê rêjeya berkeftiyan zêde bibe.

Cîgirê berpirsê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê hişyarî da û ragihand, eger welatî guh nedin şîret û tedbîran, rewş dê gelekî metirsîdar bibe û got, îhtimala wê heye em nekarin êdî kontrol bikin.

Basnews
Top