• Monday, 09 February 2026
logo

HDPê di salvegera Komkujiya Ermeniyan de bang li hikûmeta Tirkiyê kir

Gulan Media April 25, 2020 Nûçe
HDPê di salvegera Komkujiya Ermeniyan de bang li hikûmeta Tirkiyê kir
HDPê di salvegera Komkujiya Ermeniyan de peyamek belav kir û bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku îtîraf bi komkujiyê bike û şermezar bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 105mîn salvegera komkujiya Ermeniyan daxuyaniyek belav kir.

HDPê di wê daxuyaniyê de amaje bi wê kir ku roja 24ê Nîsana 1915an, li Stenbolê 250 kes ku rewşenbîr, mamoste, rojnamevan û nivîskar di nav de bûn, hatin girtin, koçberkirin û kuştin û diyar kir, “Bi biryara hikûmeta Îttîhat û Terakkî, xelkê Ermenî li welatê xwe yê ku bi hezaran sal e li ser dijîn, hatin koçberkirin û jinavbirin.”

HDPê ragihandiye, “ew koçberkirina ku bû sedema cînosaydekê, di nav xelkên Suryanî, Keldanî, Êzidî û Rûm de wêrankariyeke mezin çê kir û Anadolu hat bê krîstiyankirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Tirkiyê heta niha jî îtîraf bi vê komkujiyê nekiriye û berevajî wê, “navên Talat û Enver Paşa ku tohmetbarên sereke yên komkujiyê bûn, li hezaran cihên giştî hatine danîn. Tawana mezin bêsiza ma û dûbare bû.”

HDPê di wê daxuyaniyê de bang li hikûmeta Tirkiyê dike, îtîraf bi komkujiyê bike û şermezar bike ku ev dê “tevkariyeke zêde li aştiya civakî bike.”

HDPê tekez kiriye ku ew dê xebatên xwe berdewam bikin ku îtîraf bi komkujiyê bê kirin û diyar dike, “Em hevxemên êşa xelkên Ermenî û Suryanî ne û hemû qurbaniyan bibîr tînin.”

Rudaw
Top