• Monday, 09 February 2026
logo

3 welatiyên din yên Kurd hatine dardekirin

Gulan Media April 25, 2020 Nûçe
3 welatiyên din yên Kurd hatine dardekirin
di nava 7 rojan de nêzî 10 kesan hatine îdamkirin
Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê di nava 3 rojan de, li du bajarên Rojhilatê Kurdistanê 3 welatiyên din yên Kurd hatine îdamkirin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku du şêniyên bajarê Baneyê li Sine û li Kirmaşanê jî welatiyeke din bi giştî 3 welatiyên Kurd ku temenê wan kêmtir ji 35 salaye hatine îdamkirin.

Weke tê zanîn hefteya derbazbûyî rejîma Îranê çend girtiyên din yên Kurd yên ku ji girtîgeha Seqizê reviya bûn lê pişt re dîsa hatibûn girtin îdam kiribû.

Jêder: Kurdpa
Ktv
Top