Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li 46 salvegera burdûmankirina Qeladizê peyamek belav kir
Li salvegera burdûmankirina bajarê Qeladizê li 24/4/1974 ji alîyê rijêma Diktatora Beisê ve, ku bû sedema kavilbûna Bajêrî û şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan kesên bê gunah, ku pişkeke mezin ji wan xwîndkaryên Zanîngeha Silêmanîyê bûn, ku wê demê li Qeladizê bû. Cihê daxêye, li 24/4/1982 jî rijêma Beisê dîsan tawanek dî beranberî wî bajêrî encam da û xwenîşandek gullebaran kir, ku bo rêzgirtinê ji qurbanîyên burdûmana Qeladizê hatibû encamdan.
Serê xwe birêz û newaziş ve dadiçemînin bo canê pakijê şehîdên herdû karesatan û bi rêz ve bîranîna wan dikîn.
