• Monday, 09 February 2026
logo

Li Dêrsimê tevahiya nexweşên koronayê baş bûn

Gulan Media April 24, 2020 Nûçe
Li Dêrsimê tevahiya nexweşên koronayê baş bûn
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû nexweşên koronayê baş bûn û ti pêketiyên nû li wê parêzgehê neman.

Li Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû nexweşên koronayê baş bûn û bo malên wan hatin şandin. Parêzgeriya Dêrsimê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye, ku li wê parêzgehê hemû nexweşên koronayê baş bûn.

Parêzgarê Dêrsimê, Tuncay Sonel da xuyakirin, “herî dawî îro înê 8 nexweşên koronayê baş bûne û ji aliyê stafa nexweşxaneya bajarê Dêrsimê ve bi çepikan bo malên xwe hatin şandin.”

Dêrsim dibe yekemîn parêzgeha Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku bi tevahî ji vîrusa COVID-19 pak dibe.

Hejmara nîştecihên wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê tenê 84 hezar û 660 kes e û piraniya wan Kurdên Elewî ne û bi zaravê Zazakî yê zimanê Kurdî diaxivin.

Ji destpêkê ve heta îro 16 haletên pêketina vi COVID-19 li Dêrsimê hatibûn tomarkirin, ku hemû baş bûne û ti haleteke mirinê nehate tomarkirin.

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, hejmara tûşbûyên koronayê li wî welatî gihîştiye 101 hezar û 790 kesan ku 2 hezar û 491 kesan canê xwe ji dest dane û 18 hezar û 491 kes jî baş bûne.

Rudaw
Top