• Monday, 09 February 2026
logo

Amarên Korona li Îtaliya, Emerîka û cîhanê

Gulan Media April 24, 2020 Nûçe
Amarên Korona li Îtaliya, Emerîka û cîhanê
Li Îtalya 464 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristîya Îtaliya mirina 464 kesên din bi Koronayê ragehand û di 24 demjimêrên burî de 2,464 kesên din jî tûşî Vayrosa Koronayê.

Li Emerîka jî di 24 demjimêrên burî de, 641 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 4 hezar kesan jî tûşî Vayrosa Koronayê bûn.

Tevaya hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Emerîka gehişte 852,717 kesan û ji wê hejmareyê 48,300 kes bi wê Vayrosê canê xwe ji dest dane.

Li cîhanê jî nêzîkî 2 milyon û 700 hezar kes tûşî Koronayê bûne û ji wê hejmareyê 187 hezar kes bi wê Vayrosê canê xwe ji dest dane.

K24
Top