• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîr hêvî dike meha Remezanê meha xêr û xweşiyê be

Gulan Media April 24, 2020 Nûçe
Serokwezîr hêvî dike meha Remezanê meha xêr û xweşiyê be
daxwaz ji Mamosteyên olî dike berdewam bin li ser şîret kirina xelkê
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina meha Remezanê peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta hatina meha pîroz ya Remezanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û cîhan dikim, hêvî dikim meha xêr, bereket û rehmet be û xwedê mezin û dilovan, rûjû û îbadetên tevahiya aliyan qebûl bike.

Liwir pêwîste spasiya Mamosteyên olî yên herêma Kurdistanê bikim ku bo hevkarî kirin û cîhbicîhkirina şîretên tendirostî yên bo rûbirû bûna Koronayê roleke berçav lîstine, daxwaz ji wan jî dikim daku berdewam bin li ser şîret kirina welatiyan bo parastina xwe û civakê ji Koronayê.

Hêvî dikim meha Remezanê bibe sedema xêr û xweşiyê bo tevahiya aliyan.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî
Top