Li Herêma Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê hat dirêjkirin
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku biryar bi, “ dirêjkirina ragirtina hatinûçûnê li tevahiya parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û îdareya serbixwe ya Raperîn, Germiyan hemû yekeyên kargêrî, heta 01.05.2020 demjimêr 12ê şevê” hatiye dayîn.
Di daxuyaniyêd e hatiye tekezkirin ku her şofêrê qedexeya hatinûçûnê binpê bike, dê rêkarên yasayî li hember bên girtin.
Li gor biryara Wezareta Navxwe, qedexeya hatinûçûnê, heta 1ê Gulanê, bi temamî dê ji demjimêr 18.00 ta 00.00 li seranserê Herêma Kurdistanê bê cîbicîkirin.
Herwiha rêpêdana li nav û di navbera parêzgeh û îdareyên serbixwe de, dê li gor sîstema rêpêdana elektronî be ku li malpera Wezareta Navxwe bi navnîşana ‘moi.gov.krd’ hatiye danîn.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe de hatiye gotin, ti kesek bêyî rizamendiya Wezareta Navxwe rê pê nayê dayîn vegere Herêma Kurdistanê, eger li derveyî welat bê, di dema vegerê de dê bê kerentînkirin.
Rudaw
