• Monday, 09 February 2026
logo

Li Duhokê haleteke nû ya pêketina bi koronayê hat tomarkirin

Gulan Media April 24, 2020 Nûçe
Li Duhokê haleteke nû ya pêketina bi koronayê hat tomarkirin
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, li Duhokê haleteke nû ya tûşbûna bi vîrusa koronayê hat tomarkirin.

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku li Duhokê di encama pişkinînan de pêketiyên din ên bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) hatiye tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustî, ew hemwelatiyê bi koronayê ketiye, zilamekî temen 46 salî û pizîşkekî pispor e.

Li parêzgeha Duhokê serkevtina bi ser koronayê de hatibû ragihandin, duh aheng û merasîm hatibûn encamdan bi mebesta ku hemû pêketiyên bi koronayê li tevahiya wê parêzgehê baş bûne û ti pêketiyên din nehatine tomarkirin.

Rudaw
Top