• Monday, 09 February 2026
logo

Li Bakurê Kurdistanê tuşbûyên bi Koronayê zêdetir dibin

Gulan Media April 23, 2020 Nûçe
Li Bakurê Kurdistanê tuşbûyên bi Koronayê zêdetir dibin
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê roj bi roj haletên tuşbûyiyên Vîrûsa Coronayê zêdetir didin. Amarên tûşbûyiyên tenê ji aliyê Wezareta Tendurîstî ya Tirkiyeyê ve bi awayeke giştî têne ragihandin. Rêveberên sazî û rêxistinên tenduristiyê ên sivîl yên Bakurê Kurdistanê dixwazin ku Wezaret daneyên her bajeran aşkere bike û li gorî wê tedbîr bên girtin.

Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristî ya Tirkiyeyê roj bi roj haletên tûşbûyiyên Vîrûsa Coronayê ya Cûreya Nû Covîd-19 zêdetir dibin. Rêveberên sazî û rêxistinên tenduristiyê yên sivîl yên Diyarbekirê dibêjin; di destpêkê de pişkinîn kêm dihatin kirin lê niha rojane nêzî 400-500 pişkînin tên kirin.

Serokê Yekitiya Bişîjkên Tirk ya Şaxa Diyarbekirê Mehmet Şerîf Demîr got; ji bilî Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ti kes hejmarên teqez yên haletên tûşbûyiyan nizane lê ew bi derfetên xwe, xwe digihînin hejmaran û heger hejmar were zanîn dê bi awayeke baştir tedbîr werin girtin.

Serokê Yekitiya Bişîjkên Tirk ya Şaxa Diyarbekirê Mehmet Şerîf Demîr ji K24ê re wiha axivî: "Bi awayeke fermî em nizanin niha li Amedê çend haletên tûşbûyiyan hene. Lê li gorî zanyariyên kume berhev kirine nêzîkî 350 kesên ku testên wan pozîtîf derketine hene. Ev tenê ew kesên ku testên wan pozîtîf derdikevin in, lewra Werzareta Tenduristiyê jî tenê testên pozîtîf radigihîne. Lê em dizanin hem li Tirkiye hem jî li cîhanêev nexweşî li ser kesên ku testên wan negatîf derdikevin jî heye. Em dizanin ku hejmara nexweşan ji yên ku têne ragihandin zêdetir in."

Li gorî ragihandina bijîşkan, pişkinîn çiqas zêde werin kirin rewşa civakê jî ewqas zelaltir dibe û ev yek ji bo pêşîlêgirtina Vîrûsa Coronayê jî girtîng e. Li gorî nirxandina bijîşkan, bi kerentînekirin dê pêşiya belavbûna Vîrûsa Coronayê baştir were girtin. Endamê Desteya Rêveberê ya Yekitiya Bijîşkên Tirk Diktor Halîs Yerlîkaya got; %80yê nexweşan bi awayekî sivik vê nexweşiyê derbas dike lê divê nexweşên coronayê zû werin destnîşankirin û werin kerentînekirin.

Dr. Halîs Yerlîkaya dibêje: "Mixabin li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin kêmbûna testan bû. Ev test hindik dihatin kirin lêbelê di van rojên dawiyê de hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê hejmara testan zêdetir bûne û bi vê yekê hejmara nexweşan jî zêde dibe. Li Amedê li nexweşxaneya lêkolînê ev test tên kirin, lêbelê li Êlih û Sêrt û Mêrdîn û Şirnexê test nayên kirin. Testên van bajaran jî ji bo Amedê dişînin û li vê derê tên kirin."

Li gorî ragihandina bijîşkan, qedexeya derketina derxe ji bo pêşîlêgirtina coronayê encamên erênî peyda dike lê divê her welatî bi berpirsiyarî tevbigere. Nayê zanîn ku dê Vîrûsa Coronayê hêj heta kengê berdewam bike. Heta niha hîn jî dermanê Coronayê nehatiye dîtin. Bijîşkê dibêjin, divê welatî xwe biparêzin, ji malên xwe dernekevin û heger derkevin jî divê bêmaske denekevin û neçin cihên qelebalix.

K24
Top