• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê serdana Pêşmergeyekî dêrîn kir

Gulan Media September 21, 2025 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê serdana Pêşmergeyekî dêrîn kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Dihokê serdana Pêşmergeyê dêrîn Xalid Şelî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro 20ê Îlonê, li Dihokê serdana Pêşmerge û têkoşerê navdar û xwediyê Madalyaya Barzaniyê Nemir Xalid Şelî kir.

Di serdana xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li tenduristiya Xalid Şelî pirsî û hêviya selametiyê jê re xwest.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li parêzgeha Dihokê çendîn proje vekirin, wek vekirina durêya Şêxan-Laliş, vekirina embarek û navenda testa pêşwext a kompaniya Toyota û vekirina Parka Serhildan.

 

 

Top