• Monday, 09 February 2026
logo

PDK: Fraksiyona Yekgirtû daxuyaniyek derveyî mantiq û bê bingeh belav kiriye

Gulan Media April 23, 2020 Nûçe
PDK: Fraksiyona Yekgirtû daxuyaniyek derveyî mantiq û bê bingeh belav kiriye
Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê bersiva daxuyaniyekî fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê da û ew daxuyanî wek derveyî mantiq û bê bingeh pênase kir.

Daxuyaniya fraksiyona PDKê waha ye:

Daxuyaniyek ji fraksiyona PDKê ve

Pewîste fraksiyona Yekgirtûya Îslamî çavkaniyên nediyar aşkera bike.

Di daxuyaniyekî ne mantiqî de û muzayedeya siyasî û bê bingeh a fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê de tê gotin desthilatdar ji dahata nediyar a veşartî ya herêma Kurdistanê ve mûçeyê fermanberan dabîn bike.

Em û xelkê Kurdistanê û hemû aliyek wê rastiyê dizanin ku çavkaniyên dahata herêma Kurdistanê çiye û çi nîne. Lê em nizanin dahata veşartî çawa ye û çiye. Ji ber wê jî em berê gotinên xwe didin fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya birêz. Pêwîste ew çavkaniyên ne diyar bo me û raya giştî aşkera bike.

Elbet rastî li gel civaka Kurdistanê diyarin û pêwîst nake di vê rewşa ku nayê xwestin ti aliyek û fraksiyonek ji bo xeyalên xwe yên siyasî rastiyan berevajî bike.

Xelkê Kurdistanê têr xwariye ji wan tiştên derveyî mantiqê û pêwîste rastbêj û aşkera bin em li gel wan.

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê

23.04.2020
Top