Tirkiyê piştgirî da serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî
Berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê, Hamî Aksoy li ser xebatên pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê ragihand, ew piştevaniya pêkanîna hikûmeteka seqamgîr li Iraqê dikin.
Hamî Aksoy behsa kandîdê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mistefa Kazimî jî kir û ragihand, Kazimî kesekî hêja û jêhatî ye û ew bawer dikin hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya wî dê him bo Iraqê bi sûd be him jî bo deverê.
Basnews
