Li sînorê navçeyên Kurdistanî karê rojnamevanî metirsîdar e
Di salvegera 122.mîn rojnamevaniya kurdî de berpirsekî li ofîsa Germiyanê ya sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê rewşa navçeyên Kurdistanî di warê rojnamevanî de wek bi tirs û metirsîdar pênase kir.
Berpirsê lijneya dûvçûna li mafên rojnamevanan li Germiyanê Omer Ebdulkerîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Jîngeya karê rojnamevaniyê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdaraye herêma Kurdistanê de jîngeyekî xirabe û metirsîdar e. ‘’
Herwaha got: ‘’Ji aliyê berpirs û aliyên peyvendîdar ve zanyariyên pêwîst ji rojnamevanan re nayên dayîn. Herwaha berdewam kiryarên terorîstî û xirab, rewşa xirab ya ewlehiya navçeyên Kurdistanî, jiyana rojnamevanan dixe metirsiyê.’’
Omer Ebdulkerîm pîrozbahî li rojnamevanan kir û pêwîst dît ku li navçeyên Kurdistanî jî jîngeyekî guncaw bo karê rojnamevaniyê bê ava kirin.
Basnews
