Peyama serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi bone ya Roja Rojnamevanîya Kurdî û salvegera damezirandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê
Ev jî deqa wê peyamê ye:
Bi bone ya 122yemîn salvegera rojnamevanîya Kurdî û derketina yekem hejmara rojname ya (Kurdistan), germtirîn pîrozbahîyê li rojnamevanan û mêdyakaran dikim. Herweha 22yemîn salvegera damezirandina Sendîkaya Rojnamvenên Kurdistanê li rojnamevanên Herêma Kurdistanê pîroz dikim û hêvîya serkevtinê bo wan dixawazim.
Di vê delîveyê de bi pêwîst dizanim supasîya dezgehên ragehandinê bikim, ku di cîbicîkirina rêkarên xweparêzîyê de ji Vayrosa Koronayê û belavkirina rênimayên tenduristîyê roleka giring hebûn.
Rêz û pêzanîn bo ronakbîr û pêşengên rojnamevanî ya Kurdistan û ew rojnamevanên ji bo gehandina doza rewa ya gelê Kurdistanê xizmet kirin û canê xwe kirin qurban.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê
21/4/2020
