Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 57
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (8,347) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,504) hevwelatî di kerentînan de man e di (32) cihên cuda de, (440) li Hewlêrê, (176) li Silêmanîyê, (859) li Duhokê û (29) jî li Raperîn. (6,843) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (22) Hevwelatî ne.
Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,132) pişkinîn hatin encamadan. (331) li Hewlêrê, (289) li Silêmanîyê, (450) li Duhokê, (11) li Helebce û (51) jî li Soran.
Di encam de, ti haletên nû yên tûşbûnên li Herêma Kurdistanê nehatîye tomarkirin
Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (337) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (292) nexweş jî çêvebûne û (41) nexweş jî di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
21-4-2020
K24
