• Monday, 09 February 2026
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li salvegera Rojnamegeriya Kurdî

Gulan Media April 22, 2020 Nûçe
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li salvegera Rojnamegeriya Kurdî
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi bone ya salvegera Rojnamegeriya Kurdî peymaek ragehand.

Ev jî deqa wê peyamêye:



Bi helkefta sed û bîst û duyemîn salvegera rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hejmara Rojnameya Kurdistan ya Mîr Mîqdad Bedirxanî rewanşad ve ku hevdeme li gel bîst û duyemîn salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiyekî germ li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û pêşketinê ji bo hemû rojnamevanan û Sendîkaya wan dixwazim.

Îsal ku wê salvegerê bi bîrtînîn, Kurdistan û cîhan li ber gefa şewba Korona û rewşeke ne li normal daye, rola rojnamevan û medyakaran li belavkirina hişyariya tendirustî û xweparêziyê ji wê şewbê û handana welatiyan ji bo pêgirîkirina rêkaran ve, rolekî bi bandor û ber bi çav bû, bi rêz ve dinirxînîn. Hêvîdarîn her çi zûtire ev bela ji stukura mirovayetiyê vebê û jiyan li Kurdistan û cîhanê asayî û normal bibê.

Li vê salvegerê da wekî herdem piştevaniya xwe ji bo rojnamevan û azadiya karê rojnamegeriyê dûpat dikîn. Li rojnamevanan jî çaverê dikîn hemû berpirsiyarane û pîşeyiyane, muamele li gel pirs û babetan bikin. Herdem li wê astê bin ku hişyarî û zanyariyên rast û dirust û hevsengiyê vediguhezin û parastina aştiya civakî û aramiya siyasî û berjewendiyên bilindên gel û welatê xwe li berçav digrin.

Silav li bîranîna rojnamevanên şehîd û ew rojnamevanên pêşengên jiyana xwe ji bo gihandina rastî û pêşxistina rojnamegeriya Kurdistanê terxan kirin.

Pîrozbahiyê li hemû rojnamevanan dikim, hêvîdarim sala bê li rewşeke baş û bextewer da bîranîna vê rojê û helkeft û boneyên din bikîn.



Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

21/04/2020
Top