Şanda Herêma Kurdistanê û Bexda hejmareka rasparteyên nû dadirêjin
Di daxuyanîyekê de bo rojnamevan, Xalid Şiwanî behsa rewşa niha ya Îraq û Herêma Kurdistanê kir û got: Herêma Kurdistan û Îraqê bi kirîzeka darayî re derbaz dibin, kiriza Koronayê jî heye. Ev jî wê yekê dixwaze li gel Bexda di danûstandinan de bîn bo rûbirûbûna wan kirîzan.
Xalid Şiwanî behsa wan astengan kir, ku dikeve pêşîya şandina pişka Herêmê ji budceya Îthadî û got: Yek ji pirsgirêkên yasayî ku rûbirûyê Herêmê û Bexdayê bûye, ew ku heya niha yasa ya budceya giştî nehatîye pesindkirin, lew valahî, tirs, nîgeranî û nerînên cuda di navebera Hewlêr û Bexdayê durist kirîye.
Derbarê civîna evro jî, li gel şanda emîndarîya Civata Wezîrên Îraqê, got: Em gehiştin e hejmareka rasperteyên hevpişk, ew raspatinên hanê dê bihên bilindkirin bo serok wezîran û sube jî me civîn heye û hêvîdarin encamên baş hebin û ew rasparte bihêne pesindkirin.
