• Monday, 09 February 2026
logo

Demîrtaş: Em divê neheqiyên hatine kirin qet ji bîr nekin

Gulan Media April 21, 2020 Nûçe
Demîrtaş: Em divê neheqiyên hatine kirin qet ji bîr nekin
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş ragihand ku divê bêedaletî û neheqiyên ku di vê pêvajoyê de hatine kirin qet neyên jibîrkirin. Demîrtaş herwiha got ku bila hemû kes daxwaza hesappirsînê her tim li ba xwe zindî bihêle.

Hevserokê giştî yê gerê yê HDP’ê yê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, derbarê projeysaya înfaza hikûmeta Tirkiyê derxistiye de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û got ku bila kiryarên hikûmetê yên dibin sedema cîhekariyê morale ti kesî xera neke.

Selahattin Demîrtaş bal kişan li ser kiryarên hikûmeta Tirkiyê û dibêje: “Em jî li vir pêkanînên nebaş ên hikûmetê ku di demên dawîn de zêde dibin dibînin. Em divê bêdadî û neheqiyên ku di vê pêvajoyê de hatine kirin qet ji bîr nekin. Bila em, daxwaza hesappirsînê her tim li ba xwe zindî bihêlin. Divê pekanînên cihêkar ên hikûmetê moralê me xera nekin. Lewre em ne bêhêvî ne. Ji bo hêvî û moral divê em ne li Qesrê li xwe binêrin. Divê em piştevaniyê xurt bikin û alîkariya hev bikin.”

Demîrtaş herwiha amaje dike ku bi xurtkirina hevkariyê rojên xweş û ronî dê li pêşiya herkesî be û herwiha daxwaz ji hemû kesan dike ku ji tenduristiya xwe baldar bin.

Rudaw
Top