• Monday, 09 February 2026
logo

Hevpeymaniya Navdewletî kelûpelên serbazî şandin Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media April 21, 2020 Nûçe
Hevpeymaniya Navdewletî kelûpelên serbazî şandin Rojavayê Kurdistanê
Hevpeymaniya Navdewletî kelûpelên serbazî şandin Rojavayê Kurdistanê ku di nav kelûpelan de otomobîlên serbazî û dîwarên konkrêtî hene.

Hevpeymaniya Navdewletî hinek kelûpelên serbazî û ewlekariyê şandine Rojavayê Kurdistanê, kelûpel ji Başûrê Kurdistanê bo Rojava hatine veguhestin.

Hevpeymaniya Navdewletî bi armanca bihêzkirina baregahên xwe yên serbazî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, bi rêya çendîn barhilgir kelûpelên serbazî û emnî şandine Rojavayê Kurdistanê.

Kelûpel ji otomobîlên serbazî, tankên sotemeniyê û diwarên konkrêtî pêk tên.

Tê pêşbînîkirin van kelûpelên serbazî bibin binkeyên serbazî yên Amerîkayê di nav de Baregahê Serbazî yê Til Bênder ku dikeve ser rêya navdewletî ya M4 li Sûriyê.

Rudaw
Top