• Monday, 09 February 2026
logo

Viyan Sebrî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser neftê, bo pêkanîna hikûmeta Iraqê jî baş e

Gulan Media April 21, 2020 Nûçe
Viyan Sebrî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser neftê, bo pêkanîna hikûmeta Iraqê jî baş e
Seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî dibêje, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser nefta Kurdistanê, bandorek baş li ser hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dike.

Parlementera kurd û seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî ji BasNewsê re got, ew rêkeftina ku şanda hikûmetê bi hikûmeta Iraqê re li ser hinartina neftê û kêmkirina derxistina neftê di çarçoveya pilana OPEC de pêk anî, gavekî gelekî baş e.

Viyan Sebrî her wiha got, ew rêkeftin bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî jî gaveka baş e û dê bibe alîkar bo wê yekê.

Seroka firaksyona PDKê anî ziman ku Mistefa Kazimî rojane bi aliyên siyasî re li ser pêkanîna hikûmetê dicive lê heta niha nayê zanîn dê kengê hikûmetê ragihîne.

Basnews
Top