• Monday, 09 February 2026
logo

EFRÎN – Çekdaran pîrejineke 80 salî bi îşkenceyê kuştin

Gulan Media April 21, 2020 Nûçe
EFRÎN – Çekdaran pîrejineke 80 salî bi îşkenceyê kuştin
Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê pîrejineke Kurd a temen 80 salî û îşkence dan û kuştin û zêrên wê dizîn. 3 kur û neviyekî wê jî girtin.

Kesûkarên wê pîrejina Kurd li Efrînê ji Rûdawê re ragihandin, roja 18ê Nîsanê, çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundê Hîkçê yê Cindirêsê ji bo ku zêrên wê bidizin, bi ser mala pîrejina bi navê Fatima Îbrahîm de girtin ku temenê wê 80 sal e.

Kesûkarên wê ji Rûdawê re diyar kirin ku wê demê 3 kur û neviyekî wê li nav darên xwe yên zeytûnan kar dikirin, lewma Fatime bi tenê li malê bû.

Her li gor zanyariyên kesûkarên wê, çekdaran Fatimeya 80 salî îşkence kirin, li pey xwe xeşikandin û xeniqandin, şûna îşkenceyê jî li ser laşê wê diyar bû û dizî kirin û ji mala wê derketin.

Piştî ku kurên wê vegeriyan malê, dibînin dayika wan ya bi temen bi çi halekî hatiye kuştin û her kesî agahdar dikin ku ev grûpên çekdar çi anîne ser dayika wan, lewma ew grûp careke din davêjin ser wê malê û ji bo ku tawana xwe veşêrin, 3 kur û neviyekî wê digirin.

Niha çarenivîsa wan ne diyar e û navê wan her çar kesên hatine girtin jî wiha ne, Mihemed yê 60 salî, kurê wî Fewzî 25 yê salî û Hehanê 45 salî, Fewzî yê 55 salî.

Rudaw
Top