Şanda Kurdistanê li gel Berhem Salih civiya
Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand, şanda Herêma Kurdistanê îro demjimêr 11.00 li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya û demjimêr 13.00 jî li gel Serokwezîrê Iraqê yê berê Adil Ebdulmehdî civînekê encam dide.
Herwiha biryar e ew şand demjimêr 16.00 li gel Lîjneya Darayî ya Encûmena Wezîran a Iraqê bi serokatiya Wezîrê Darayî Fuad Husên civînekê encam bide.
Peyamnêrê Rûdawê amaje bi wê jî kir, dibe ku piştî wan 3 kombûnan, şanda Herêma Kurdistanê ku ji hejmareke wezîran pêk tê, li gel Mistefa Kazimî, serokwezîrê raspardî bicive ku biryar e ew sibê karnameya kabîneya xwe rabigihîne.
Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, girîngtirîn kombûna îro ya şanda Kurdistanê, li gel Lîjney Darayî ya Encûmena Wezîran a Iraqê ye û şayisteyên darayî û beşek budce û mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê dê bên gotûbêjkirin.
Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, tekezî li ser wê kiriye ku pêwîst e îro pirsa mûçeyên fermanberan û şayisteyên darayî li gel Bexdayê bên yekalîkirin.
Rudaw
