• Monday, 09 February 2026
logo

Komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê: Metirsî li ser mûçeyê karmendên Kurdistanê nîne

Gulan Media April 20, 2020 Nûçe
Komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê: Metirsî li ser mûçeyê karmendên Kurdistanê nîne
Endamekî komîsyona darayî ya parlemenoya Iraqê ragihand, ti astengî û arîşeyek li hember şandina mûçeyê karmendan ji aliyê Bexdayê ve nîne.

Parlementerê Iraqê û endamê komîsyona darayî ya parlementoyê, Ehmed Sefar ij BasNewsê re got, ti arîşe û astengiyek li pêşiya mûçe nîne. Bi qasî ku haya min jê heye, Bexday dê vê hefteyê ew diravê ku mehane dide Kurdistanê, dê bişîne liqa banka navendî ya Iraqê li Hewlêrê.

Ehmed Sefar her wiha got, li gorî rêkeftina ku di navbera hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê de heye, Bexda mehane 453 milyar dînar dide hikûmetê. Em pêşbînî dikin ev dirav dê di hikûmeta Mistefa Kazimî de jî were şandin.

Wî endamê komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê anî ziman ku hewl tê dayîn mûçe têkelî mijarên siyasî neyê kirin û got, ji ber wê jî ti metirsiyek li ser mûçe nîne.

Basnews
Top