• Monday, 09 February 2026
logo

Firokeyên Tirkiyê dîsa li devera Zîna Wertê dan

Gulan Media April 20, 2020 Nûçe
Firokeyên Tirkiyê dîsa li devera Zîna Wertê dan
Firokeyên şer yên Tirkiyê dîsa devera Zîna Wertê ya Başûrê Kurdistanê bordûman kirin.

Televîzyona K24 ragihand, îro danê sibê derdora saet 04:30 firokeyên Tirkiyê çiyayê Dirrebî, ku dikeve navbera gundên Wertê û Zargelî yên devera Biradost, bordûman kirin.

Li gorî agahiyan, firokeyên Tirkiyê bi behaneya hebûna baregehên PKKê ew der bordûman kirin.

Çend roj berê jî firokeyên Tirkiyê devera Zîna Wertê bordûman kiribûn, di wê êrişê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn.

Basnews
Top