Hereketa Azadî û CNK: Rêz li xebat û serweriya Hikumeta Herêmê Kurdistanê bigrin
Ev naveroka daxuyaniyê ye:
JI BO RAYAGIŞTÎ YA KURDISTANÊ
Piştî Referandûma Serxwebûnê bi awayekî sîstematîk ji aliyê gelek hêzên dijmin ve zext û zordarî li ser Hikumeta Herêmê Kurdistanê hene. Îro jî aliyên îxanet û rêvebirê wan, dîsan dest bi xebatên aloziyê dikin.
Di rojên dawiyê de bûyer û gengeşiyên li ser Başurê Kurdistanê metirsiyê duist dikin..
Hikumeta Kurdistanê di çarçoweya mafên xwe yê rewayî de dixwaze tedbîrên li dijî Coronayê li herêma Zinî Wertê bigre. Ji ber vê yekê Hêzêkî Leşkerî ya girêdayiyê Wezareta Pêşmerge li ser vê Herêmê bi cih kir. Lê mixabin ev bû sedema gef û giliyên grubekî.
Ev hêza Pêşmerge ne girêdayiyê ti partîyan e, bêguman hêzêkî hevbeş û di bin siya Wezareta Pêşmergeyê de ye. Ev hêz li gor berjewendiyên xelkê Kurdistanê tevdigere û ger pêwîst bibe, dikare li her derên başûrê xebat û çalakiyên xwe pêkbîn e.
Di vê çarçoweyê de daxuyanî û armancên PKK seknek ne rast û ji bo aramiya herêmê jî nerast e. Ev sekin dibe sedema zext û zordarîkirina Dewletên herêmî, hemberî Hikumeta Kurdistanê.
Gilîyên Rêveberiyên PKK ku li ser Hikumeta Herêmê Kurdistanê nayên qabulkirin. Piştî kolandina xendekên li bakur bi hezaran xortên kurd hatin kuştin û bi sed hezaran jî koçber bûn. Îca dora Başurê Kurdistanê ye ku gefên şer dikin ? Ji aliyekî behsa Yekîtiya Neteweyî, ji aliyek din jî, behs û gefên şer. nakokiyek mezin û berbiçav e.
Ti feyde bo xelkê Kurdistanê tine ye, gotarên bi vî awayê ku ji aliyê Rêveberiyên PKK ve tê gotin.
Mimkun e tiştên ku hatin gotin û jiyandin bibe sedema şerên nawxoyî û em gelek ditirsin brakujiyekî nû destpê bike. Şerê birakûjî li bakur û başurê Kurdistanê bi dehan salan xelkê me êşand û bûye rûreşiyek mezin. Partiyên ku ji bo Kurdistanê têdikoşin, divê bi aqilane tevbigerin, ne ku ji bo berjewendiyên grubî.
Di vê nokteyê de em bang li PKK û YNK û herwiha hemî rêxistinên Kurdistanî dikin, ku rêz li xebat û serweriya Hikumeta Herêmê Kurdistanê bigrin.
Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / AZADÎ
Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê / CNK
K24
