Li deverên Soran û Raperîn ti nexweşekî Koronayê nema
Berpirsê tenduristiya bajarê Soran, dr. Karwan Cemal ragihand, tevahiya berkeftiyên vîrusa Koronayê li Soran baş bûne û çûne malên xwe.
Dr. Karwan Cemal her wiha got, li devera Soran 12 kes bi vîrusa Koronayê ketibûn, hemû baş bibûn tenê yek mabû. Ew jî duhî bi temamî baş û çû mala xwe li gundekî nahiya Sîdekan.
Berpirsê tenduristiya devera Rapern, dr. Hîwa Mehmûd jî ragihand, li devera Raperîn tenê nexweşekî me yê Koronayê maye. Têsta wî ya dûmahîkê jî negaftî derketiye û dê îro here mala xwe.
Basnews
