• Monday, 09 February 2026
logo

Ali Babacan: Çareserî, naskirin, garantîkirin û pêşxistina mafên Kurd e

Gulan Media April 20, 2020 Nûçe
Ali Babacan: Çareserî, naskirin, garantîkirin û pêşxistina mafên Kurd e
Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Alî Babacan dibêje, pirsa kurdî bi çek û zordariyê çareser nabe, di nav demokrasiyê de bi naskirina hemû maf û azadiyan çareser dibe.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê -DEVA- Alî Babacan bo rojnameyeke Tirkiyeyê da xuyakirin, divê pirsa Kurdî di çarçoveya demokrasî, mafên mirov û azadiyan de were gotubêjkirin û nabe pirsa Kurdî û teror bên tevlihevkirin.

Da zanîn, çareserî, naskirin, garantîkirin û pêşxistina mafên Kurd e. Eger maf neyên naskirin wê demê dê PKK bêje, hemû tişt bi şer hatine bidestxistin û behsa girîngiya şer bike. Babacan got, êdî dema PKKê derbas bûye û di siberoja Tirkiyeyê de cihê rêxistinên wek PKKê nîne.

Babacan got, ji yasaya lêborînê ya dawî pir dilgiran bûye û desthilata Tirkiyê bi vê yasayê cudahî û bêdadiyeke mezin xistiye nav civakê.

K24
Top