• Monday, 09 February 2026
logo

Trump û Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan

Gulan Media April 20, 2020 Nûçe
Trump û Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump peywendiyeke telefonî encam da.

Medyaya Tirkiyê belav êvara îro roja yekşemê 19.04. 2020an Serokkomarê Tirkiyê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump îşev peywnediyeke telefonî pêk anîn.

Di wê peywendiya telefonî de peywendiyên du alî û mijarên peywnedîdarê herdu welatan û herwiha mijar û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hatiye gotin, ku Erdogan û Trump tekezî li ser wê yekê kirine, ku herdu welat li ser bingehê hevpeymanbûna di NATO de tevbigerin.

Herwiha Erdogan û Trump behsa belavbûna vîrusa koronayê û bandor û metirsiyên wê li ser tendirustiya civakê û aboriya welatan kirine û tekez kirin ku herdu welat ji nêzîk ve hevakriya hev bikin.

Basnews
Top