• Monday, 09 February 2026
logo

Civînên şanda Kurdistanî li gel Bexdayê gelek erênî bûn

Gulan Media April 20, 2020 Nûçe
Civînên şanda Kurdistanî li gel Bexdayê gelek erênî bûn
şandeke îraqî jî serdana Kurdistanê dike
Serokê Dîwana civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê Omêd Sebah ku endamê şanda Kurdistanî bû ku duhê serdana Bexdayê kiribû di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantv re ragihand ku şanda Kurdistanî duhê li Bexdayê li gel aliyên têkildar çend civîn lidar xist û civîn jî gelek baş û erênî bûn.

Sebah diyar kir ku di civînan de li ser kêm kirina hêlbirîna petrolê lihev kirine û Bexda pêşniyara vê yekê ji Kurdistanê re kir ku bi hevbeşî dest bi hêlbirîna gaza xwezayî bikin bo xizmet kirina xelkê.

Sebah anî ziman ku bo giftûgo kirina zêdetir li ser vê pêşniyarê vê tîmeke teknîkî ji Bexdayê serdana Hewlêrê bike.
Top