• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahî peşkêşî kovara Gulan kir

Gulan Media April 20, 2020 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahî peşkêşî  kovara Gulan kir


Serok Barzanî pîrozbahiyê li kovara Gulan kir


Bi navê xwedayê mezin û dilovan


‎Birêzan Sernivîskar û Rojnamevan û Karmendên Kovara Gulan


Silav û rêz


Bi helkefta bîst û heftemîn salvegera derçûna kovara Gulan, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên birêz dikim.


‎Gulan piştî 27 salan, ji bilî wan hemû rewşên nehemwar li ser gel û welatê me da hatiye, li ser hemû astengan da zal buye û heta niha jî li nav herî geşbûyiyên ragihandina Kurdistanê ye. Rola we ya di dema karkirinê da diyar û bi bandore û hewl û keda we bilind dinirxînim.


Destxweşiyê li we dikim û hêviya berdewamî û serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazîn.


Mesûd Barzanî
20.04.2020
Top