• Monday, 09 February 2026
logo

Trump: Dibe ku 65 hezar kes li Amerîkayê bi koronayê bimirin

Gulan Media April 19, 2020 Nûçe
Trump: Dibe ku 65 hezar kes li Amerîkayê bi koronayê bimirin
Serokê Amerîkayê pêşbînî dike heta vîrûsa koronayê li welatê wî bidawî dibe, 65 hezar kes li Amerîkayê canê xwe ji dest bidin û got ku rêjeya qurbaniyên koronayê gelek ji ya şerê navxwe kêmtir e.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ew pêşbînî dikin ji ber vîrûsa koronayê nêzîkî 60 heta 65 hezar kes li seranserê Amerêkayê canê xwe ji dest bidin.

Trump di civîna çapemeniyê de qurbaniyên korona û qurbaniyên şerê navxwe berawird kirin û got, di şerê navxweyî de nêzîka 600 hezar kes li Amerîkayê bûn qurbanî, lê qurbaniyên koronayê gelekî ji wê kêmtir dibin.

Axaftina Trump di demekê de ye ku heta niha li ser asta cîhanê nêzîkî 161 hezar kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û nêzîkî 40 hezar kes ji wan li Amerîkayê ne.

Li gor axaftina Trump, li Amerîkayê dê 25 hezar kesên din jî ji ber vê vîrûsê canê xwe ji dest didin.

Rudaw
Top