• Monday, 09 February 2026
logo

Kazimî dixwaze beriya Remezanê kabineyê ava bike û li benda Kurdan e

Gulan Media April 19, 2020 Nûçe
Kazimî dixwaze beriya Remezanê kabineyê ava bike û li benda Kurdan e
Raspartiyê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Mistefa Kazimî dixwaze beriya meha Remezanê kabineya hikûmeta Iraqê ava bike û ligel aliyên Sunne û Şîe li ser berbijêr û wezaretan rêkevtî ye û niha jî li benda berbijerên Kurdistanê ye. Serokê Herêma Kurdistanê jî dazwaza parastina hevbeşiya partiyên Kurdistanê dike.

Li gor zanyariyên Rûdawê, serokwezîrê raspartî yê Iraqê Mistefa Kazimî dixwaze kabineya nû ku ji wezîrên nû pêkhatiye beriya meha Remazanê pêşkeşî parlamentoyê bike.

Mistefa Kazimî bo wê mebestê daxwaz kiriye ku ji sê wezîrên Kurd du bêne guhertin û heta sibe Yekşemê 19ê Nîsana 2020an bi awayekî fermî navê wezîrên nû bên pêşkeşkirin.

Di heman demê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hewl daye, ku wezaretên zêdetir di kabaniya nû ya Iraqê de bidin Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz kiriye ku zêdetir serokatiyên desteyên hikûmî bo partiyên Kurdistanî bê destnîşankirin û partî û aliyên ji bilî PDK û YNKê weke Mesihî û Tirkmen li ber çavan bêne girtin û ew neyên pêşguhxistin.

Herwiha li gor zanyariyan, kabineya nû ya Kazimî ji 22 wezaretan pêk tê ku 11 wezaretan dide aliyê Şîe ji wan jî wezareta navxwe, wezareta petrolê, wezareta derve û wezareta perwerdeyê ye. Ji wan jî sê ji bo hevpeymaniya bi serokatiya Hadî Amirî û 3 ji bo hevpeymaniya Saîrun a bi serokatiya Muqteda Sedr tê dayîn.

Ji bo aliyên Sunne jî 6 wezaret hatine destnîşankirin di nav wan de wezareta berevanî û wezareta xwendina bilind hene. Ji wan 6 wezaretan 4 bo hevpeymaniya hêzên bi serokatiya Serokê Parlamnetoya Iraqê Mihemed Helbûsî tê dayîn.

Rudaw
Top