Berdevkê HSDê: Bi hezaran çekdarên DAIŞê mane
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyêl beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû û behsa êriş û tevgerên DAIŞê, operasyonên HSDê yên li dijî wê rêxistinên û hemahengiya li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê kir.
Derbarê nakokiyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de li navçeyên Roojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê, Gabriyêl got ku rikaberiya di navbera herdu aliyan de ne nû ye û diyar kir, hêzên HSDê, hemahengî û karê hevbeş li gel herdu hêzan heye ji bo jinavbirina DAIŞê.
Li ser stratejiya DAIŞê bo qonaxa niha jî, Berdevkê HSDê diyar kir, metirsiya DAIŞê bi dawî nehatiye û bi şêweyekî nû, bi şêweyê şaneyên razayî, “berdewam e li ser encamdana karên terorîstî, kuştina kesayetan û têkbirina seqamgiriyê.”
Berdevkê HSDê dibêje, tevî ku metirsiya DAIŞê berdewam e, “lê me nikarin bêjin ketiye qonaxa êrişkirinê, weke sala 2014 ku dest bi ser navçeyeke diyarkirî. DAIŞ îro hewl dide xwe biparêze li van navçeyan û kiryarên terorîstî encamp dide. Eger derfetek din bo DAIŞê çê bibe, bê guman dê sûd jê werbigire.”
Berdevkê HSDê tekez jî kirk u HSDê gelek tedbîr û rêkar girtine ku rê li ber belavbûna vîrusa koronayê bigire û dibêje, “Yek ji van rêkaran kêmkirina asta tevgera hêz e li navçeyê” û amaje bi wê kir, “Dibe ku DAIŞ ji vê rewşê bibîne. Lêbelê operasyonên jinavbirina şaneyên razayî yên DAIŞê berdewam in.”
Kîno Gabriyêl derbarê, hejmara çekdarên DAIŞê yên li navçeyê û herwiha hejmara çekdarên girtî li zindanên Rojava, diyar kir, “Em nikarin hejmareke rasteqîne ya çekdarên DAIŞê li navçeyê diyar bikin. Lê hejmara wan bi hezaran e û dibe ku zêdetir be. Operasyonên serbazî berdewam in jib o jinavbirina wan.”
Li ser hemahengiya li gel Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê, Berdevkê HSDê got, karê hevbeş û hemahengiya di navbera HSD û hêzên Hevpeyman de ranewastiyaye û ew li ser armanca hevbeş ya jinavbirina DAIŞê berdewam in dibêje, “Piştevaniya Hevpeymanan jî ranewastiyaye, lê di vê rewşa ku em tê re derbas dibin, pêwîstiya me bi alîkariyek zêdetir heye.”
Derbarê îddîayên sepandina bacêli ser hemwelatiyên li devera Dêrezorê ji aliyê DAIŞê ve, Kîno Gabriyêl diyar kir, DAIŞê ti desthilatek li ser zevî nîne li navçeyê û got ku dibe bi revandina xelkê sivîl daxwaza pere bike.
Kîno Gabiryêl got jî, “sedema zêdebûna wan çalakiyan li wê yekê vedigere ku Hevpeymaniya Navdewletî ji hinek bingehên xwe ji Enbarê vekişya, herweha ji ber necidîbûna hikûmeta Sûriyê di şerê terorê û şaneyên razayî yê DAIŞê, çalakiyên wê rêkxistinê di dema derbasbûyî de zêde bûne.”
Berdevkê HSDê diyar kir, “Bê guman ev liv û tevgera çekdarên DAIŞê ya şaneyên razayî ne lê li gor wan zanyariyên ku li ber destê me ne, dide xuyakirin ku liv û tevgera DAIŞê di dema bûrî de zêdetir bûye, bi taybetî di dema herdû mehên bûrî de.”
Herwiha Berdevkê HSDê got, “DAIŞê ti desthilateke cografî nîne, lê heftane 3 ta 4 êrişekê encam dide dibe ku zêdetir be û DAIŞ” û tekez kir, ew li ser kar û operasyonên jinavbirina DAIŞê berdewam in.
Rudaw
