Li Rûsyayê 6 hezar û 60 kesên din ber vîrusa korona ketin
Li gor amarên herî dawiyê îro 19.04.2020ê li Rûsyayê 6 hezar û 60 kesên din ber vîrusa korona ketin, bi giştî jî hejmara berketiyên vîrusa korona li wî welatî geheşte 42 hezar û 853 kesan.
Herwaha li Rûsyayê 48 kesên din ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest dan, bi giştî jî hejmara kesên ku ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane geheşt 361 kesan.
Li gor amarên herî dawiyê heta naha li Rûsyayê 3 hezar û 291 kes ji koronayê xilas bûne û bi temamî baş bûne.
Basnews
