Tirkiye: 342 welatiyên me li derve bi Covid-19 mirine
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşuglu amaje bi wê yekê kir ku ew ê li ser vegerandina welatiyên Tirkiyê berdewam bin û planeke nû ji bo vegerandina hejmareke din heye. Li gorî planê berî hatina meha Remezanê, Tirkiyê wê bi riya 105 geştên asmanî, hejmareke din ya welatiyên xwe ji derve vegerîne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê herweha bal kişande ser wê yekê ku li ser daxwaza Tirkiyê wê heftiya bê Rêkxistina Alîkariya Islamî bicive û yek ji tewerên sereke rûbirûbûna veyrûsa Korona ye û xweparastina ji wê veyrûsê ye.
Li gorî amarên dawî yê Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, hejmara miriyên bi korona gihîştiye 1890 kesan, hejmara tûşbûyan jî gihîşte 82 hezar û 329 kes.
Rudaw
