• Monday, 09 February 2026
logo

Ti haleteke pêketina bi Korona li Herêma Kurdistanê nehat tomarkirin

Gulan Media April 19, 2020 Nûçe
Ti haleteke pêketina bi Korona li Herêma Kurdistanê nehat tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê şeva bûrî daxuyaniya bi hejmar (54) a taybet bi belavbûna vîrusa Korona belav kir. Li gor zanyariyên tê de hatine, duhî ti pêketina bi vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Amarên taybet ên nexweşiya Korona li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:

1- Kerentîn

Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (7904) kes li (30) cihên cuda bûn. Niha tenê (1407) kes di kerentînê de mane, (530) kes li Hewlêrê, (91) kes li Silêmaniyê, (757) li Duhokê û (29) li Raperînê. Herwiha (6497) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (132) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.

2- Pişknîn

Di 24 demjimêrên bûrî de (1172) pişknîn hatin kirin, (114) li Hewlêrê, (390) li Silêmaniyê, (400) li Duhokê, (56) li Raperîn û (212) li Soran. Derencam ti pêketiyekî nû li Herêma Kurdistanê ne hat tomarkirin:

3- Amerên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (337) kes in, jê (4) haletên mirinê hene û (244) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.

K24
Top