• Monday, 09 February 2026
logo

Asayîşa YNKê li rawestgehekî Koye rê neda Pêşmergeyek biçe sînorê Silêmanî

Gulan Media April 19, 2020 Nûçe
Asayîşa YNKê li rawestgehekî Koye rê neda Pêşmergeyek biçe sînorê Silêmanî
Asayîşa YNKê li rawestgeha bajarê Koye rê neda Pêşmergeyekî lîwaya wezareta Pêşmerge derbas bibe û biçe sînorê parêzgeha Silêmaniyê û daxwaz jê kirine dijûn û xeberên nexwaş û gotinên xirab li hember rêveberiya PDKê bike.

Li gor zanyariyên BasNewsê duh 18.04.2020ê êvari dema Pêşmergeyê bi navê Teyîb Cemal Celal ê girêdayî fewca 4 a lîwaya 1 a wezareta Pêşmerge û erkê wî li binkeyekî eniya Pirdê ya Kerkûkê temam dibe û dixwaze bi rêya Koye ve derbas bibe û biçe bo sînorê parêzgeha Silêmaniyê, di rê de tê girtin û nahêlin ew derbas bibe.

Li gor zanyariyên BasNewsê ew kesên ku rêgirî lê kirine, ser bi asayîşa YNKê bûn û daxwaz ji wî Pêşmergeyî kirine gotin û dijûnan li hember rêveberiya PDKê bike, eger na rê nadin wî ew biçe bazineya kesk, ji ber ew endamê PDKê ye û wî Pêşmergeyî jî ew yek red kiriye û vegeriyaye bo Hewlêrê.

Basnews
Top