• Monday, 09 February 2026
logo

Keça bazirganekî maddeyên hişber bi logoya bavê xwe xurekê li hejaran belav dike

Gulan Media April 18, 2020 Nûçe
Keça bazirganekî maddeyên hişber bi logoya bavê xwe xurekê li hejaran belav dike
Keça Guzman Loera, “Xwedayê Maddeyên Hişber”, keça wî mafyayê ku bi kêmanî du caran ji zîndanê reviya ye, kempîneke belavkirina xurak-xwarinê bi ser kesên hejar de daye destpêkirin, lê her pakêteke xwarinê wêneyê bavê wê li ser e.

Di demekê de ku Covid-19ê bêhna Meksîkiyan çikandiye, Alejandrina Guzman li bajarê Guadalajara di bin çadirekê de bi sedan karton xurak li hejaran belav kir ku zêdetir kesên bi temen li xwe digire, ev di demekê de ye ku vîrusa koronayê zêdetir bandorê li kesên bi temen û xwedî nexweşiyên demdirêj dike, lewma kesên bi temen kêmtir ji malên xwe derdikevin.

Rêveberê Rêxistina Chapo Guzman 701 Julio Campos dibêje, ew pereyên xwarin pê kirîne dahata berhemên kompanyaya wan e. Di 2016ê de Serokê Grûpa Bazirganiya Maddeyên Hişber Sinaola 'El Chapo' Guzman xwediyê 2 heta 4 milyar dolar bû.

El Chapo, 4ê Nîsana 1957ê li bajarê La Tuna yê Meksîkayê ji dayîk bûye. El Chapoyê 63 salî bi rêya bazirganiya bi maddeyên hişber ev pere peyde kirine, 19ê Çileya 2001ê carekê ji zindanê reviya ye û hatiye girtin. Careke din 11ê Tîrmeha 2015ê reviya ye û piştî kêmî salekê hatiye girtin, ji tirsa derketina şer û aloziyan di navbera hêzên ewlekariyê û grûpa wê ya bazirganiyê de, Meksîkayê El Chapo bo dadgehkirinê radestî Amerîkayê kiriye.

Li Meksîkayê nêzîka 7 hezar kes bi Coronayê ketine û nêzîka 600 kesan jî bi vîrûsa Coronayê canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top