Akademîsyen Çengiyanî: Lahur Cengî remza xiyanetê ye
Zêdetir ji 2 hefteyake rojeva kurdan li herçar parçeyên Kurdistanê xiyaneta kiryara koma Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ye ku Lahur Şêx Cengî serkêşiya wê dike. Guruba xiyanetkar a YNKê ku 16. Cotmeha 2017an encam dabûn herî dawî çalakvanê siyasî yê li Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selmî radestî Îranê kiribû û Îranê jî ew roja 11.04.2020an li sêdareyê dabû.
Ligel nerazîbûna aliyên siyasî, çalakvanên mafê mirovan û rewşenbîrên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, medyaya ser bi Lahur Cengî belav dike ku “Lahur Cengî remza neteweyî ye” beramber wê propagandaya medyaya Lahur Şêx Cengî akademisyen Dr. Ceza Çengiyanî ji BasNewsêre axivî û got:”Lahur Şêx Cengî ew kese ku xiyaneta 16 Cotmeha 2017an encam da û Kerkûk firot milîsên şîe û Iraqê beramber hinek berjewendiyên xwe yên taybet.”
Di berdewamiyê jî de akademîsyên Çengiyanî got:” Niha Lahur Şêx Cengî daxwaza wê yeke dike ku Pêşmerge ji Zînî Wertê vekişe. Dûr nîne ew herêm jî firotibe Îranê û ji bo wê yekê daxwazê ji Hikûmetê dike ku Pêşmergeyan ji wê herêmê bikşîne.”
Di berdewamiyê jî de Çengiyanî da zanîn Lahur ne tenê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, belkî li dijî serkirdeyên YNKê jî karên xirab dike û bi wan bi fîlm, kurtevîdyoyên jiyana wan a taybet bêdeng dike.
Basnews
