• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Rastî hatin eşkere kirin lazim bi bersif danê nake

Gulan Media April 18, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Rastî hatin eşkere kirin lazim bi bersif danê nake
dibêje xelkê Kurdistanê hêjayê xizmetkirinê ye
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewşa dawî de peyamek pêşkêşî raya giştî kir ku ev jî tekesta vê ye;

Di nava wan çend rojan de name û peyamên gelek zêde ji kesatî, aliyên beşdar di hikûmetê û derveya hikûmetê û tîma wezîran ya Yekîtiya nîştimanî jî gehêştin min, têşta ku bo eşkere kirina rastiyan pêdivî be di wan rojan de hatiye eşkere kirin, jiber vê çendê pêdivî bi domandina bersifdanan nake.

Welatiyên Kurdistanê westiyane, ji der ketina ev rewş û aloziyên nexwestî dilgiranên, welatiyên Kurdistanê hêjayê vê yekê ne ku bi baştirîn awayî xizmeta wan were kirin neku rastî dudilî û fikaran bibe.

Erkê me dewletdarî û çareser kirina kêşeyane, lazime tevahiya aliyan hevkar bin û pêşî ji alozbûna kêşeyan were girtin, bo pêkhateyên nava hikûmetê jî baştirîn cîh bo giftûgo û veguhastina ramanan çarçoveya civînên civata wezîrane, bersifa ev name û peyaman jî di civînê de didim, hêvî dikim tevahiya aliyan bidûr ji berejwendiyên hizbî li gor erkên xwe yên nîştimanî tevbigerin, daku bihevre ev rewşa han ya dijwar derbas bikin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

18.4.2020
Top