UNAMI dest bi hilmetekê ji bo avedankirina Kerkûkê dike
Şanda Taybet ya Netewên Yekgirtî li Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, bi hevkariya Rêxistina Koçê ya Navdewletî û Hikûmeta Japonê, hilmetekê ji bo avedankirina navçeyên cuda ên parêzgeha Kerkûkê destpê dike.
UNAMI armanca hilmetê diyar kir, zêdetir ji 10 hezar xaniyên parêzgeha Kerkûkê yên di şerê DAIŞê de ziyan gihîştiye wan tên nûjenkirin.
Herwiha UNAMI ragihand, ew hevkariyê bi koçberan re jî dike, ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona û vegeran wan bo navçeyên xwe.
Ev di demekê de ye, pêştir Japonyayê birê 41 milyona Dolar ji bo alîkarkirina bi Iraqê re terxan kiribû.
K24
