Li Zumarê planekî dijî kurdan hat hilweşandin
Rêveberê nahya Zumarê Ehmed Cehfer ji BasNewsê re ragehand. ‘’Hejmarek erebên devera Zumarê îmza kom kirin ku peywira rêveberiya nahya Zumarê ji dest kurdan derbixin û kesekî ereb danen. Lê me jî dijî plana ereban dest bi kar kir û me karî wê planê hilweşînin, ku bi piştevaniya hin parlamenterên ereb ên berî naha gelek peywir ji dest kurdan derxistin û kesên ereb di cîha wan de bicîh kirin, lê vê carê hemû rêkarên zagonî xistin pêş bo hilweşandina wan planên dijî kurdan li Zumarê tên danîn.’’
Herwaha got: ‘’Ew erebên dijî kurdan kar dikin hemû me kom kirin û em li gel wan rûniştin. Me ji wan daxwaz kir planan dijî fermanber û rêveberiyên kurd ên li Zumarê careke din nedaynin. Ji ber ew dê ziyanê gehînte hemû deverê. Pêwîste li gor rêjeya dengdanê danûstan bê kirin.’’
Basnews
