Li rojavayê Kurdistanê yekem haleta can jidest dan ji Covid -19
Desteya tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser liser zarê berpirsek Rêxistina tendirustiya Cîhanî belav kiriye, kesek temen 53 salî, ku xelkê bajarê Hesekê ye, bi sedema Vayrosa Korona canê xwe jidest da ye.
Di daxuyaniya Desteya Tendirustiyê de hatiye, ew welatî di roja 22ê meha borî de, tûşî Korona bû ye û di nexweşxaneyek taybet ya bajarê Qamişlo de ma ye û di roja 27ê Adarê de, ji bo Nexweşxaneya Niştîmanî ya Qamişlo hatiye veguhestin, û piştî 2 rojan canê xwe jidest da ye.
Piştî derçûna encamên pişkinînan derketiye, ku bi sedema Vayrosa Korona canê xwe jidest da ye.
K24
