• Monday, 09 February 2026
logo

NY: Divê hevpeymaniyek navdewletî li dijî Korona bê avakirin

Gulan Media April 18, 2020 Nûçe
NY: Divê hevpeymaniyek navdewletî li dijî Korona bê avakirin
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) daxwaza damezirandina hevpeymaniyeke navdewletî ji bo pêşxistina dermanekî li dijî vîrusa Koronayê dike.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di daxuyaniyekê de ragihand, “Pêwîstiya me bi hevpeymaniyeke navdewletî heye, ji bo vaksînekê ji vîrusa Koronayê re bipêş bixe û divê ew vaksîn li ber destê hemûyan be jî”.

Amaje bi wê da, ji bo rûbirûyî nexweşiya Korona û ji bo sivikirina bandora wê li ser aborê, pêwîstiya keşwera Efrîqyayê bi 200 milyar Dolar heye.

Sekreterê Giştî yê NY daxwaz ji welatên qerzan dane kir, hevkariyê bi welatên deyndar re bikin û wergirtina qerzên xwe rawestînin.

Ev daxwaza Sekreterê Giştî yê NY di demekê de, niha li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine 2 milyon û 230 hezar derbas kiriye û zêdetir ji 153 hezar kes jî canê xwe jidest dane.

K24
Top